Here naverokê

Fistiq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fistix
Dara fistixê û fistixê lûtik
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Bir: Magnoliopsida
Kom: Sapindales
Famîle: Anacardiaceae
Cins: Pistacia
Cure: P. vera
Navê zanistî yê latînî
Pistacia vera
L.

Fistiq an jî fistix yek dar ji malbata benîştokan û fêkiyê wê darê ye. Dara fistiqê yek ji darên kuvî yên ku li çîyayên Kurdistanê diçê ye. Ji fistiqa kuvî re dibêjin benîştok. Ku yek darê benîştokê qelem ke dikane çexa darê fistiqê ke. Her wiha dara menegûşê, dara butlumê, dara şengiliyan ji malbatekê ne û bi qelemkirinê kanin bibin fistix.

Fistixvanî karekî pir bi zehmet e. Fistix pir avê naxwaze lê dareke gelek hesas e. Çavikên dara fistixê wextê biharê diteqin. Mehê tebax fistiq rind gir dibin û lûtik. Fêkiyên fistixê wek guşî dibin. Ji guşiyên gir û çê re dibêjin kelle. Ji fistixên kesk ra dibêjin fitiqên boz û ji yên sor re jî dibêjin lûtik. Ku fistix dibe lûtik devî xwe diqelişe. Qalikî ser radikin û diqewirînin.

Lûtika devqelişî

Çavikên fistixan di ber pelçan de dertên. Ku ew çaviknan biweşin an jî ji aliyê ajalan de werin xwerin fêkî bi darê nakeve. Ji bo neweşandinê çavikan mirov di xwaze ku tim bi çav xwe ra ke û baldar be. Wê lomê civandina fistix karekî bi zehmet e.

Dara fisdeqan di destpêkê de wek şitil an jî wek hebek tê çandin. Ji bo ku şitila xwe baş bigihe gelek emek û peywendî jê re lazim e.

Dema ku umrê xwe digihêje 13 salan dar tê lûlkirin dakû meyweyan bide. Ji lûlkirinê 4-5 salan bi şûnde dar cara pêşî meyweyan dide. Ev çend sal in dar bi îlacên çandeyî tên îlackirin ji bo ku berdar be.

Dara fistixan dareke gelekî taybet e; ji bo berdarbûna vê darê divê ku sal baş derbas be. Ev yek tê mane ku sal xwediyê zivistaneke xort, buhareke bê sarî û bê zîpik û havîneke hişk û germ e (nêzîkê 40 dereceyan). Bi vî awayî meyweya dare ne tenê zêdetir lê baştir jî dibin.

Di vê demsalê de fistix (meywe) tên komkirin û ji komkirina fistixan mehek bi şûnde dar tên adakirin. Milên zuha ên dare wek hersal tên qutkirin. Ev qutkirina milên zuha him ji bo tenduristiya dare muhîm e, him jî ji bo ku dar di zivistanê xwe baştir karibe li hemberî sermê biparêze. Ev milên qutkirî ji alîye gel ve tên komkirin û jibo vêxistina êzingê tên bikaranîn. Di demsala payîzê de baxê fistixan careke tê cutkirin.

Wekî her dar dara fisteqan jî di zivistanê de vedihese. Îlaca zivistanê tê avêtin daku dar zêde zerar ji zivistanê nebîne. Di vê demsalê bax nayê cutkirin.

Bi hatina biharê baxê fistixan ji nûve tê cutkirin. Di orteya buharê salkimên meyweyê xwe nîşan didin û bi pelgên darê re vedibin. Di dema buharê de bax 3-4 caran tê cutkirin.

Dema biharê tertûl derdikeve. Tertûlî fistixan kurmekî gewrikî biçûk e. Bi kom li darê dicivin û çavikan dixwin. Ajalekî din ku zerarê dide fistixan xatûn e. Xatûn dihere di ber kokê fistixan de hêkan dike û kurmî xwe di kokê darê de gir dibe. Ku meriv nekujê dikane darê hişk bike. Ajalekî din ku zerarê dide fistixan cureyekî kelmêşan anjî yê kuvan e. Nexweşiya ku kurd dibêjin zeng wek mîna aveke reş ya zeliqoqî ye. Hin dibêjin ew ji kelmêşan çêdibe lê dibe ku ji kuvan jî çêbe.

Li Kurdistanê civandina fistixan

Di rojên havînê de fistix (meywe) di qalikan de tijî dibin û pêş dikevin. Bi destêkirina meha îlonê gel dest bi civandina fistixan dike.

Civandina fistixan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civandina fistixan herî kêm ji aliyê 4 kesan tê kirin. Ji bo civandina fistixan ev tişt lazim in: erebe, 5-6 qumaşên ku ji wan her yek 4 m² ye û nêrdewanek (da ku destê mirov bigihêje fistixên herî jor jî). Qumaş di bin darê tên rêxistin, kesek bi aliyê nêrdewanê derdikeve ser darê û fisteqan wek salkim qut dike. Fistix dikevine ser qumaşan.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]