Here naverokê

Kemal Pir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kemal Pir
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Gümüşhane (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Hevwelatî
Pîşe

Kemal Pir an jî wek Kemalê Laz tê nasîn (jdb. 1952an, li gundê Güzelolukê, parêzgeha Gumuşxane, Tirkiye - m. 7ê îlona 1982an, Zîndana Amedê, Bakurê Kurdistanê) yek ji damezrînerên rêxistina nezemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û berpirsê navendî yê rêxistinê ye.[1] Ji aliyê alîgirên PKKê ve Kemal Pir weke şehîdekî tê binavkirin.

Kemal Pir ji malbatekî cotkariyê dihat. Di sala 1952an de li gundê Güzeloluk ê navçeya Torul a parêzgeha Gumuşxaneyê jidayik bûye.[1]

Kemal Pir di salên 1970î yên aloz de, li Enqereyê xwend, ku di nav aloziyên tund û tûj de derbas bû. Di sala 1974an de li koma zanîngehê (Ankara Yüksek Öğrenim Kültür Derneği) Abdullah Öcalan nas dike û tevlî koma wê demê ya Marksîst-Lenînîst a Öcalan dibe.[2] Kemal Pir yek ji kadroyên damezrîner ên PKKê bû, ku bi eslê xwe ne kurd e.

Di 3ê hezîrana 1977an de Kemal Pir li Enqereyê bi çekê hat girtin. Kemal Pir di girtîgeha Enqereyê û piştre jî li Orduyê ma ku ji wir reviya.[2] Di 8ê kanûna 1978an de dîsa li Bazarcixê tê girtin û dîsa kariye bireve.[2] Ew ji aliyê partiyê ve ji bo peydakirina kadroyên nû hat wezîfedarkirin û di sala 1979an de jî demekê li kampeke perwerdehiyê ya filistîniyan li Libnanê derbas kir. Ew dîsa di payîza 1980an de hate girtin.[3]

Di 14ê tîrmeha 1982an de li salona dadgehê bi Mehmet Hayri Durmuş re ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê dest bi "rojiya mirinê" kir.[3] Ev roj ji aliyê PKKê ve her sal bi bîranîna “Roja mirinê ya 14’ê tîrmehê” an jî “Berxwedana 14ê tîrmehê” tê binavkirin.[3] 55 roj piştî destpêkirina operasyonê Kemal Pir li girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da. Di çalakiya greva birçîbûnê de Mehmet Hayrî Durmuş, Ali Çiçek û Akif Yılmaz jî jiyana xwe ji dest dane. Kemal Pir ji wê demê ve ji aliyê rêxistinê ve wekî “şehîdê yekemîn ê enternasyonalîst” hate binavkirin.[4]

Gotinên ku jî wî re tê gotin: “Hêza wê tera min nake ku ez bijîm.“ Yek ji gotinên Kemal Pir ku îro wek motîveke ji aliyê PKKê ji bo amadebûna çalakên xwe heye ku di dema ku li girtîgehê di greva birçîbûnê de bû, ji aliyê midûrê girtîgehê ve hat pirsîn "Ma tu ji jiyanê hez nakî Kemal?" û bi awayekî navdar wiha cevab da:[5]

Em evqas pir jê hez dikin, ku em amade ne jî, jiyana xwe ji dest bidin!

— Kemal Pir

Ev helwest di nava rêxistinê de weke “ruhê 14ê tîrmehê” tê binavkirin û dema ku pêwîstî bi îradeya taybet a fedekarî û dilsoziya bi partiyê re hebe, tê gotin.[3]

Biraziyê wî Ziya Pir siyasetmedarekî Partiya Demokratîk a Gelan ye.[6]

  1. ^ a b Eray Çaylı (2015). "Diyarbakır's "witness sites" and discourses". Bi Zeynep Gambetti; Joost Jongerden (edîtor). The Kurdish Issue in Turkey: A Spatial Perspective. Routledge. r. 84. ISBN 978-1-138-82415-7.
  2. ^ a b c Orhan, Mehmet (2016). Political Violence and Kurds in Turkey: Fragmentations, Mobilizations, Participations & Repertoires (bi îngilîzî). Routledge. r. 113. ISBN 9781317420439.
  3. ^ a b c d Jongerden, Joost (2012). "The Kurdistan Workers Party and a New Left in Turkey: Analysis of the revolutionary movement in Turkey through the PKK's memorial text on Haki Karer". edepot.wur.nl. rr. 8–9. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2019.
  4. ^ Ali Kemal Özcan (2006). Turkey's Kurds: A Theoretical Analysis of the PKK and Abdullah Ocalan. Routledge. ISBN 0-415-36687-9.
  5. ^ Casier, Marlies; Jongerden, Joost (13 îlon 2010). Nationalisms and Politics in Turkey: Political Islam, Kemalism and the Kurdish Issue (bi îngilîzî). Routledge. r. 131. ISBN 9781136938672.
  6. ^ Topçu, Özlem (18 hezîran 2015). "Türkei-Wahl: Ein Deutscher gegen Erdoğan". Die Zeit (bi almanî). ISSN 0044-2070. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2019.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]