Here naverokê

Toros

Toros
Rêzeçiyayê Torosê

Dîmenek ji Çiyayên Gewr a (Aladağlar) Torosa Navendî.
Bilindayî  3.767 m
Dirêjayî 1.500 km
Cih Herêma Deryaya Navîn û Bakurê Kurdistanê.
Koordînat 36°59′47″Bk 33°00′07″Rh / 36.9964°Bk 33.0019°Rh / 36.9964; 33.0019
Toros li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Toros
Toros
Toros li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Toros
Toros

Toros an jî çiyayên Torosê, rêzeçiyayek e ku ji Torosa Rojava, Torosa Navendî û ji Torosa Rojhilat pêk tê. Torosa Navendî herêma perava Deryaya Navîn û Deşta Anatolyayê ji hev vediqetandiye. Torosa Rojhilat û rojhilata Torosa Navendî li Bakurê Kurdistanê herêma bilind a jorîn çêdikin ku di nav xwe de gelek deşt, çiya û zozanên bilind vedihewînin.

Sîstem ji rojavayê Deryaya Navîn despêdike heya çiyayên Cîloyê berdewam dike. Torosa Rojhilat ji başûrê rojavayê Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê ve dest pê dikin û ber bi rojhilat ve heta herêma Colemêrgê berdewam dikin. Rêzeçiyayê Torosan beşek ji Kembera Alpê ya li Ewrasyayê ye. Piştê Torosan ji Colemêrgê Çiyayên Zagrosê dest pê dikin ku 1.600 kîlomêtre ber bi başûr ve dirêj dibin.

Zincîreçiya di bin navê xwe yê niha de di pirtûka Dîrokên Polybius de wekê Ταῦρος (Taûros) hatiye binavkirin. Heinrich Kiepert di pirtûka Lehrbuch der alten Geographie de dinivîse ku ev nav ji koka semîtîk (aramiya kevin) טורא (ṭūrā) hatiye wergirtin ku tê wateya "çiyayê".[1]

Ga bi gelemperî sembol û rave kirina xwedawendên bahozê ya kevnar ên Rojhilata Nêzîk bû ku ji ber vê yekê navê Ga, Toros û navê çiyayan ji vir tê. Li Torosan gelek perestgehên xwedawendên bahozê ya kevnar hene.[2] Bahozên bi hêzên li van çiyayan ji aliyê gelê Mezopotamyayê ve wekê karê xwedawendê bahozê Adad dihatin dîtin ku çemên Dîcle û Firatê bilind dike û ber bi wan ve diherikîne û bi vî awayî erdê wan şîn dike.[3] Dibe ku hûrî damezrênerên cûrbecûr xwedawendên bahozê yên Rojhilata Nêzîk kevnar bin ku zanyarên nûjen wan wekê gelên ku eslê wan ên pêşîn li Çiyayê Torosê bi cih bûne destnîşan kirine.

Li Kestelê cihek arkeolojîk a Serdema Bronzê hatiye dîtin ku delîlên pêşîn ên kanzaya pîlê (metal) destnîşan dike.[4] Deriya ku di serdema kevnare de wekê Deriyê Kilîkyayê tê zanîn di çiyayên bakurê navçeyê Tersusê ve derbas dibe.

Çiyayên Torosê ji rojava ber bi rojhilat ve bi sê zincîreçiyayên wekê Torosa Rojava, Torosa Navendî û Torosa Başûrê Rojhilat hatine dabeşkirin.

Çiyayên Torosa Rojava li dora Kendava Antalyayê kevaneke çêkiriye. Torosa Rojava çiyayên Akdağlarê, Çiyayên Begê, Çiyayê Katrancikê, Çiyayên Kuyucakê û Çiyayên Geyikê vedihewîne. Deşta Taşeli ya Rojhilat û çemê Goksuyê Torosa Rojava ji Torosa Navendî vediqetîne. Gelek lûtkeyên Torosa Rojava hene ku ji 3.000 mêtreyan heya 3.700 mêtreyê bilind dibin. Çiyayê Kızlarsivrisiyê bi bilindahiya 3.086 mêtreyê li Çiyayên Begê lûtkeya herî bilind a Torosa Rojava ye.[5]

Torosa Navendî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên Torosa Navendî wekê vegirtina bakurê parêzgeha Mêrsînê û bakurê rojavayê parêzgeha Edeneyê hatiye destnîşankirin. Xala herî bilind a Torosa Navendî bi bilindahiya 3.756 mêtreyê çiyayê Demirkazıkê ye. Deriyê Kilîkyayê (Derbasoka Gülekê ya îro) ji demên kevnare ve rêya sereke ya Torosa Rojhilat e ku deşta peravê ya Kilîkyayê bi Deşta Anatolyayê ve girêdide. Rêya Tersûs-Enqere (E90, O-21) di vê derbasokê re derbas dibe. Rêzeçiyayên li Torosa Navendî ev in:

Torosa Başûrê Rojhilat

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Torosa Başûrê Rojhilat bi tevahî di nav sinorê Bakurê Kurdistanê de ye ku herêma çiyayî ya jorîn a Bakurê Kurdistanê çêdike. Çiya ji parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê despêdike bi awayê kevanê ber bi bakur ve diçe û careke din dîsa li herêma jorîn li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê dizivire di başurê Gola Wanê ve ber bi başûr ve tê heya ku digihîje herêma Colemêrgê. Di nav Torosa Başûrê Rojhilat de Çiyayên Nurhaq, Çiyayên Meletiyê, Çiyayên Madenê, Çiyayên Dara Hênî û Çiyayên Bidlîsê hene.

Nexşeyeke ku Çiyayên Torosan desnîşan dike.

Çiyayên Torosan ji ber lihevketina lewheyên tektonîk ên Afrîka û Ewrasyayê çêbûne. Rêjeya kevirê serdest ên binê Torosan kevirên kilsînî ne. Li çiyayên Aladağlar û Bolkarê, kevirên kilsinî hilweşiyane û dîmenên karstîk ên şîp, çemên binerdê û hinen ji şikeftên herî mezin ên Asyayê çêkirine. Çemê Manavgatê ji quntarên başûrê rêzeçiyayên Çiyayên Beg (Beydağları) derdikeve.[6]

Li çiyayan avhewaya Deryaya Navîn heye ku di mehên havînan de ziwa û di mehên zivistanan de bi baran e. Germahî li gorî bilindbûnan diguhere. Di mehên zivistanan de quntarên peravê ya jêrîn ên Torosan germ e û çiyayên bilind û çiyayên hundurîn jî sar in.[7]

  1. ^ "Navên Cihan Nişanyan - Envantera Niştecihbûnên Li Tirkiye û Welatên Derdor". Nişanyan Yeradları (bi tirkî). Ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 nîsan 2025.
  2. ^ Green, Alberto Ravinell Whitney (2003). The storm-god in the ancient Near East. Biblical and Judaic studies from the University of California, San Diego. Winona Lake, Ind: Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-069-9.
  3. ^ Saggs, Henry W. F. (1988). The greatness that was Babylon: a survey of the ancient civilization of the Tigris-Euphrates Valley. Great civilizations series (Çapa 2. ed., fully revised and updated). London: Sidgwick & Jackson. ISBN 978-0-283-99623-8.
  4. ^ Yener, K. Aslihan (2000). The domestication of metals: the rise of complex metal industries in Anatolia. Culture and history of the ancient Near East. Leiden Boston: Brill. ISBN 978-90-04-11864-5.
  5. ^ "Mountaineering in Turkey | All About Turkey". www.allaboutturkey.com. Roja gihiştinê 12 nîsan 2025.
  6. ^ ""Manavgat River Water as a Limited but Alternative Water Resource for Domestic Use in Middle East"" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 27 sibat 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 nîsan 2025.
  7. ^ "Western Asia: Southern Turkey into Syria, Lebanon, Israel | Ecoregions | WWF". World Wildlife Fund (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 nîsan 2025.